Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li General John Brennan kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li General John Brennan kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.

Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin, bi taybetî ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, ku li çendîn deverên Iraqê metirsiya rasteqîn in ji bo nişteciyên wan deveran.