Li Wanê dikandarê ku got 'Ev der Kurdistan e' hat desteserkirin

Dikander Haci Tunç ji ber axaftina xwe ya ligel Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul ku gotibû “ev der Kurdistan e” hat desteserkirin.
Wêne: Twitter
Wêne: Twitter

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê dikanderekî bi navê Haci Tunç ji ber axaftina xwe ya ligel Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul ku gotibû “ev der Kurdistan e” hat desteserkirin.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul duh 23ê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi hertiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin.”

Haci Tunç herwiha ji Mustafa Sarigul re got: “Hevalekî me li Sêrtê got 'ev der Kurdistan e'. Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne. Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Piştî van gotinan Mustafa Sarigul jî got : "Li ser axa komara Tirkiyê herkes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin."

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê de gotibû “ev der Kurdistan e” bi heman awayî hatibû desteserkirin.