Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila bacên ceyran, av û gazê werin betalkirin

Li Diyarbekirê nûner û endamên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê nûner û endamên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan û daxwaza çareserkirina qeyrana abûrî kirin.

Li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd Efendî endamên û rêveberên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî sivîl li hev kom bûn û bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê da.

Ji beriya daxuyaniyê hêzeke zêde ya asayîşê li Qada Şêx Seîd Efendî hat bicihkirin. Çalakîgeran bi tûtik, çepik û dirûşman bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya derbarê abûriyê de dan.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê peyvdarê Platforma Ked û Demokrastiyê Mehmet Ceylan ve hat xwendin.

Mehmet Ceylan got; nirxê her tiştî giran dibe, rêjeya bêkariyê bilind dibe û deyndarî zêde dibe.

Di daxuyaniya hevpar de Mehmet Ceylan herwiha got: “Kêmtirîn mûçe heta 220 Dolaran daket. Her roj nirxê sotemeniyê giran dibe, Lîreyê Tirkî li beramberî Dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike. Pereyê ku ji berîka me tê girtin li sermayedarên dewlemend tê dabeşkirin.”

Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl bang li hikûmetê kirin ku, bac ji mûçegiran, ji fatureyên ceyran, av û gazê neyê girtin.