Firokeyên F16 yên Iraqê stargehên DAIŞê bombebaran kirin

Cebilxaneyeke çekdarên DAIŞê jî hat dîtin.

Hewlêr (K24) – Firokeyên F16 yên Iraqê li sînorê parêzgeha Selahedîn stargehên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir; çend stargehên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn, ji aliyê firokeyên F16 yên Iraqê ve hatin bombebarankirin û bi ser çekdaran de hatin wêrankirin.

Herwiha li gor daxuyaniyeke din a Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê, li bajarê Samera cebilxaneyeke çekdarên DAIŞê hat dîtin, ku gelek çek û teqemenî û hejmarek mûşek tê de bûn.