Koşka Spî: Neştergerî bo Biden hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand; neştergeriya qolon bo Serokê Amerîkayê Joe Biden hat kirin û girêkek ji nava wî hat derxistin.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî; girêkek ji nava Joe Biden hatiye derxistin, li gor pêşbîniyên bijîşkên Koşka Spî nexweşiya Biden di siberojê de dibe ku bibe penceşêr.
Koşka Spî eşkere kiriye; bijîşkên Joe biden diyar dikin ku êdî pêwîst nake Serokê Amerîkayê tedawî bibe.
Joe Biden 79 salî ye û weke serokê herî bi temen ê Amerîkayê ye, beriya niha diyar kiribû ku di hilbijartinên sala 2024an de ew ê cardin ji bo serokatiyê, xwe bike namzed.