Kurê Qedafî ji lîsteya namzedên Serokatiya Lîbyayê hat derxistin

Komîsyona Hilbijartinên Lîbyayê ragihand; Seyfulîslam Muamer Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartinên serokatiyê hat derxistin.
Seyfulîslam Qedafî, kurê Muamer Qedafî
Seyfulîslam Qedafî, kurê Muamer Qedafî

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurê Muamer Qedafî, Seyfulîslam Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartina Serokatiya Lîbyayê hat derxistin.

Komîsyona Hilbijartinên Lîbyayê ragihand; Seyfulîslam Muamer Qedafî ji lîsteya namzedên hilbijartinên serokatiyê hat derxistin, ku ji aliyê Dadgeha Tawanên Navdewletî ve hatiye xwestin, parêzerên Seyfulîslam Qedafî jî li hember vê biryarê îtîraz kirine.

Nêzîkî 90 kes xwe ji bo hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê namzed kirine, ku biryar e 24ê Kanûnê birêve biçe û piştî mehekê jî hilbijartinên Parlamentoya Lîbyayê dê were kirin.

10 sal piştî rûxandina desthilata Serokê kuştî yê Lîbyayê Muamer Qedafî, Lîbya di çendîn qonaxên cuda re derbas bûn ji bo pêkanîna seqamgîriyê, kurê Muamer Qedafî, Seyfulîslam Qedafî jî hewl dide desthilata welatê xwe bigre destê xwe.