Li Herêma Kurdistanê helmeta niştimanî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan birêve diçe

Helmeta niştimanî li ser Kelha Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîra Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed û hejmarek ji rayedarên hikûmetê û çalakvanên warê jinan dest pê kir.

Hewlêr (K24) – Li Herêma Kurdistanê bi beşdariya çalakvanên warê jinan, helmeta niştimanî ya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan birêve diçe.

Helmeta niştimanî li ser Kelha Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîra Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed û hejmarek ji rayedarên hikûmetê û çalakvanên warê jinan dest pê kir û dê 16 rojan berdewam bibe.  

Çalakvana jin Tanya Gilî ku çendîn sal in di vî warî de dixebite, ji K24ê re diyar kir: “Piraniya caran behsa tundûtûjiya laşî an jî cinsî dikin, gelek cûreyên tundûtûjiyê hene, lê belê kes behsa wan nake.”

Tanya Gilî diyar kir: “Di van çend salên dawî de guhertin çêbûn, rewşenbîriya zêdetir heye di nav civakê de, niha jin û keç natirsin ku bibêjin tundûtûjî li me tê kirin, mafên xwe dizanin, dizanin ku niha polîsê rûbirûbûna tundûtûjiyê heye û xeta germ heye, ev hemû tiştên erênî ne.”

Herwiha destnîşan kir: “Nehiştina tundiyê bi temamî di nav ti civakekê de nabe, lê belê tiştê girîng ew e ku em bikarin kêm bikin, divê em bizanin ku sedemên tundûtûjiyê çi ne.”

Hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo jiholêrakirina hemû cûre tundiyê berdewam in, bi taybetî di kabîneya nehem de, endameke karûbarên jinan ragihand; hikûmet bi dariştina berna me û plana taybet, ji bo vekirina navend û danîna şêwirmend û bi dehan babetên din, ji bo hişyarkirina takekesan dixebite.

Endama Encûmena Karûbarên Jinan Perwîn Hesen diyar kir: “Nehiştina tundûtûjiyê erkê me hemûyan e, divê ji pêşdibistanê ve kar li ser aştiya civakî were kirin.”

25ê Mijdarê Herêma Kurdistanê bi rengê porteqalî û bi dirûşma "Em cîhanê porteqalî dikin" beşdar dibe di helmeta niştimanî ya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan.”

Helmeta niştimanî ya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan dest pê kir
Helmeta niştimanî ya 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan dest pê kir