Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Komara Çekê xwest

Balyozê Komara Çekê: Em amadekarî dikin ji bo hatina şandeke bazirganî ya Çekê bo Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 25ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê Komara Çekê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest ji bo pêşvebirina pêwendiyên Komara Çekê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Komara Çekê bal kişand ser pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekê û amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de ragihand, herwiha diyar kir ku amadekarî dikin ji bo şandeke bazirganî ya Çekê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û derfetên danûstandina bazirganî û veberhênanê gotûbêj bikin.

Girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, rewşa Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê û rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.