Mesrûr Barzanî: Ji ber canjidestdana 27 penaberan xemgîn im

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand ku ji ber canjidestdana 27 penaberan li Kanala Îngilîz (navbera Fransa û Brîtanyayê) gelek xemgîn bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez gelek xemgîn im ji ber şeva borî canjidestana 27 penaberan li Kanala Îngilîz, ku dibe hejmarek ji wan Kurd bin, em ji bo diyarkirina nasnameyên wan dixebitin. Em hevxemiya xwe jî ji bo malbatên wan tînin ziman.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer metirsiya koçkirina neyasayî û wan qaçaxçiyan tîne bîra me ku xelkê ber bi mirinê ve dibin. Divê em hemû bi hev re rê li ber wan bigrin.