Li Rûsyayê karesata madenê: 11 kes mirin

Li herêma Kemerovo ya Rûsyayê di madeneke komirê de şewat derket û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêma Kemerovo ya Rûsyayê di madeneke komirê de şewat derket û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê derbarê bûyerê de ragihand; li madena komirê ya li Kemerovo di kûrahiya 250 metreyan de şewat derket.

Hat rigehandin ku ji ber wê şewatê dûkelekî zêde di madenê de kombû û 237 kes hatin derxistin. Herwiha hat eşkerekirin ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kesên din jî birîndar bûn.

Li madenê xebatên rizgarkirinê hîn berdewam dikin.

Li bajarê Kemerovo ya li naverasta başûrê Rûsyayê berî niha di sala 2018ê de jî li navenda firoşgehekî de şewat derketibû û 64 kesan jiyana xwe ji dest dabû.