Tora Jinên li Dijî Tundiyan: Li Diyarbekirê di 11 mehan de 11 jin hatine kuştin

author_image Siddik Eren
Tora li Dijî Tundiyên Li Ser Jinan
Tora li Dijî Tundiyên Li Ser Jinan

Diyarbekir (K24) – Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyên Jinan de, Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyên li Ser Jinan rapora tundiyên ku li bajarê Diyarbekirê pêk hatine ragihand.

Di raporê de  hat ragihandin ku li Diyarbekirê ji 25’ê Cotmaha 2020’an heta Cotmeha 2021’an li Diyarbekirê 11 jin di encama êrişên mêran de hatine kuştin û 4 jin jî ji wan êrişan birîndar xilas bûne. 

Endama Torê Cansel Talay daxuyand ku ew tenê daneyên ku serî li saziyên mafên mirovî  û fermî dane dikarin parve bikin û di rastî de tundiyên li ser jinan ji daneyên ragihandî jî zêdetirin. Cansel Talay anî ziman ku li Diyarbekirê di heman serdemê de, li 168 jinan êriş, dest dirêjî, tecawuz û tundiyên cudareng hatine kirin. Dîsa bal hat kişandin li ser girîngiya peymana Stembolê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve betalbûyîna wê peymanê jî hat şermezar kirin.

Tora Têkoşîna Bi Tundiyên Li Ser Jinan a Diyarbekirê ji teqrîben 10 saziyên jin pêktê û ji sala 2011’an ve raporan li ser tundiyên kul i hember jianan hatine kirin  radigihîne.