Partiya DEVA helwesta xwe li dijî tundiyên li ser jinan ragihand

Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA, li Diyarbekirê di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyên li ser Jinan de, daxuyaniyek belav kir.
author_image Siddik Eren
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA, li Diyarbekirê di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyên li ser Jinan de, daxuyaniyek belav kir.

Partiya DEVA diyar kir ku destûrên ku jinan diparêzin ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve yan tên rakirin, yan jî pêwistiyên wan nayên bicihanîn û vekişîna ji peymana Stenbolê jî nişaneya wê hişmendiyê ye.

Seroka Lijneya Xebatên li Ser Jinan û Cîgira Serokê DEVA ya Diyarbekirê Gullten Arslan Ekîcî daxuyand ku li Tirkiyeyê, ji ber hişmendiya parastina  jinan nemaye, jin li her qadên jiyanê di bin tundiyan de ne û pêngavên ku jinan biparêzin jî ji aliyê hikûmetê ve yan tên asteng kirin, yan jî tên betal kirin.

Gulten Arslan anî ziman ku eger DEVA bibe desthilat dê dîsa beşdarî peyamana Stenbolê bibin û hemû destûrên parastina jinan jî bi bandor bikin.