Li Bexdayê ji bo rêgirtina li xwepêşandanan hêz hatin belavkirin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro înê li cadeyên sereke yên Bexdaya paytexta Iraqê û Devera Kesek hatin bicîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro înê li cadeyên sereke yên Bexdaya paytexta Iraqê û Devera Kesek hatin bicîkirin.

Aliyên ewlehiyê li ser wê yekê tirsa wan heye ku îro înê ji bo redkirina encamên proseya hilbijartinên giştî yên Cotmeha borî, xwepêşandan dest pê bike.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ji medyayêre ragihandiye ku li derdora Devera Kesk, hêzên ewlehiyê hatin belavkirin ji bo rêgirtina li her liv û tevgerên neyasayî.

Kesên encama hilbijartinan red dikin di wê baweriyê de ne ku bi encamên elektronîk ên proseya hilbijartinên giştî hatiye lîstin û daxwaz dikin ku hemû deng bi destan werin hejmartin.