AFP: Yekîtiya Ewropayê li ser mijara koçberan dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Parîs ji peyama Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bo Serokê Fransayê ya derbarê koçberan de nîgeran e.
Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin peyama Boris Johnson a li ser koçberan weke "ne guncaw" bi nav kir.
Boris Johnson di peyama xwe de daxwaza rêkeftinê ji Fransayê derbarê koçberan de kiriye û daxwaz kiriye ku Fransa wan koçberên ku bi awayekî neyasayî çûne Brîtanyayê werbigre, di bersivê de Fransa peyama Johnson weke têkçûna zêdetir a rewşê bi nav kir.
Biryar e yekşema bê Yekîtiya Ewropayê li Kalasê derbarê koçberan de bicive û li gor zanyariyên ajansa AFPê, piştî van daxuyaniyan, Wezîrê Koçberan ê Brîtanyayê di civînê de amade nabe.