Li Stenbolê polîsan nehişt ku jin li dijî tundiyê bimeşin
Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê kuştina jinan sal bi sal zêdetir dibe. Di 10 salên dawîn de herî kêm 2 hezar 500 jin hatine kuştin û piraniya kuştina jinan li Stenbolê pêk hatiye. Gelek jin ji bo rawestandina tundûtijiya li ser jinan li Stenbolê xwestin bimeşin lê polîsan bi gazê ew belavkirin û gelek kes di bin tesîra gazê de man.
Bi dirûşme û pankartên Kurdî, Tirkî daketin kolanan, xwestin ji bo ku tundûtijiya li ser jinan protesto bikin bimeşin lê polîs bi berbestan pêşiya çalakvanan girt û bi gazê ew belav kirin.
Jinên bi mebesta rawestandina tundî û kuştina jinan li ser kolana Îstîklala Stenbolê ku tedbîrên mezin ên hêzên ewlekariyê hebûn kom bûn rastî astengiya polîsan hat. Jin hewl dan ku berbestan rakin û heta qada Taqsîmê bimeşin lê polîsan nehişt.
Ji ber reşandina gaza polîsan gelek çalakvan û rojnamevan birîndar bûn. Jinên beşdarî çalakiyê bûn ji bo parastina jiyana jinan daxwaza cibîcikirina peymana Stenbolê kirin ku ji aliyê Serokkomariya Tirkiyê ve hatibû betalkirin.
Çalakvanekê diyar kir: “Êdî jin neyên kuştin, em êdî nawazin jin werin qetilkirin. Ji bo vê pêwîst e peymana Stenbolê bila were bicîhanîn.”
Çalakvaneke din jî got: “Dema jin derdikevin kolanan ez jî derdikevim dengê xwe li dijî tundiyê bilind dikim û baweriya min bi tevgera jinan heye. Kuştina jinan liv î welatî wek sistematik berdewam dike. Ji bo mafên jinan em ê dev ji peymana Stenbolê jî bernedin.”
Li gor ragihandina Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê îsal 251 jin hatine kuştin. Jin balê dikşînin ser lawaziya pergalê û amaje dikin ji ber cizayeke giran li kujeran nayê dayîn kuştina jinan her zêdetir dibe.
Çalakvanek dibêje: “Li Tirkiyeyê kuştina jinan sal bi sal zêdetir dibe. Lê tevî zêdebûna kuştina cizaya li kujeran dayîn kêm e. Mêrên ku jinan dikujin piştî demekê tên berdan û ev jî dubare dibe sedema kuştinan. Jin gelek eziyet û îşkence dibînin bila kesên dibin sedema vê yekê bi awayeke giran werin sizakirin.”
Herwiha çalakvaneke din jî eşkere dike: “Eger pergala cizayê biguherînin û hinek giran bikin wê demê ez bawer im kuştina jinan jî dê kêmtir bibe lê em diwazin bi temamî ev kuştin û tundî were rawestandin.”
Saziyên sivîl radigihînin di nav 10 salên dawîn de herî kêm 2 hezar 500 jin li Tirkiyeyê hatine kuştin. Li nav bajaran herî zêde jin li metropolên wek li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatine kuştin.