Hemîd Smaîlaxa di yekemîn salvegera koçkirina xwe de bi bîr hat

Dîmenek ji merasîma bîranîna siyasetmedar Hemîd Smaîlaxa
Dîmenek ji merasîma bîranîna siyasetmedar Hemîd Smaîlaxa

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa di yekemîn salvegera koçkirina xwe de li navçeya Qoser a Mêrdînê bibîr anî.

Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa berî salekê ji ber vîrûsa Korona (Covîd-19) koça dawiyê kiribû û li gundê Dêrika Smaîlaxa ya ser bi Mêrdînê ve bi xakê hatibû spartin.

Hemît Smaîl Axa di sala 1948'an de li gundê Dêrika Smaîlaxa jidayîkbûye û di sala 1968'an de li nav Partî Demokratî Kurdistan de, li Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên  siyasî kiribû. Hemît Kiliçaslan xebatên xwe yên li ser ziman jî di nav koma Kurmancî de dimeşand û herî dawî jî berdevkê PDK-Bakur bû.

Derbarê yekemîn salvegera koçkirina Hemîd Smaîlaxa de, Komiteya Rêvebir a Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur daxuyaniyek weşandin, naroka wê jî wiha ye:

“Em, wekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur, spasiya we hemiyan dikin ku hûn ji bo yekemîn salvegera koçkirina hêja Hemîdê Smaîlaxa, îro li gel me civîyan.

Bê guman taybetmendiyên Kekê Hemîd gelek bûn, lê em, wekî hevalên wî, wekî xwişk û birayen wî, dê ji we re behsa çend taybetmendiyên Kekê Hemîd bikin û wî bibîr bînin.

Berî her tiştî, ew evindarê neteweya kurd û axa Kurdistanê bû. Wî temama jiyana xwe di ber azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê de derbas kir. Heta roja ku xatir ji me xwest û çû jî, bi dilsozî û bi fedakarî xizmeta gelê xwe yê bindest kir.

Ew zana û rewşenbirek kurd bû. Pisporekî zimanê kurdî, zimanê me yê şêrîn bû. Çi li welat û çi jî li derveyî welat bi çalakî di nav xebatên geşkirina çanda kurdan û zimanê kurdî de cih distand û pêşengiya gelek ji wan xebatan dikir.

Ew şoreşgerekî zîrek û canfeda bû. Di dirêjahiya jiyana xwe de tu car gavek paş ve neavêt û ji bo mafê rewa yê miletê xwe bi her awayî xebat kir. Û ew pêşmerge bû. Xizmetkarê welatê xwe û miletê xwe bû. Têkoşerek qehreman û wêrek bû.

Çimkî ew birayê şehîd Seîd Elçî bû, û şagirtê nemir Mele Mistefa Barzanî bû. Salek berê me Kekê Hemid spart axa Kurdistanê. Kurdistan, wekî me hemiyan, dayika wî jî bû. Û ew niha di himbêza dayika xwe de radize”