Mesrûr Barzanî bi xwendekarên zanîngehên Kurdistanê re civiya

Rê nadin kesek daxwazên we ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî serdana xwendekarên beşên navxweyî yên zanîngehan kir û ji nêzîk ve rewşa xwendekaran şopand û bi hejmarek xwendekarên zanîngehên Kurdistanê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di destpêka civina bi xwendekaran re got: “Hez dikim guftûgoyeke bi aşkere bi we re bikin û guhdariya we bikim, ta bizanim daxwazên we çi ne.”

Mersrûr Barzanî got: “Em li welatekî dijîn, mixabin bi dirêjahiya dîrokê rastî qeyran, pirsgirêk, êrîş û stemê bûye. Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê mexdûr bûn. Herwiha gelek hewl jî tên dayîn ku em li ser pêyên xwe ranewestin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Gelek erk li ser milê me ne, erkê me yê sereke jî, em vê ezmûn û statuyê biparêzin û pêşerojeke baş ji nifşê re nû re ava bikin.  Ji bilî wê jî, erkekî din heye, ew jî her welatiyek karê xwe bike û bi rola xwe di nava civakê de bibînin û bi pêş bixe.”

Herwiha got: “Ez dizanim ku pirsgirêkên we hene, lê belê li hemû Kurdistanê pirsgirêk hene. Her çînekê pirsgirêkên wan ên cuda hene. Lê belê çareserkirina pirsgirêkan bi gufûtgoya bi hev re tê kirin. Divê wm guhdariya hev bikin û bi hev re hest bi berpirsariyê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Daxwazên we gihîştin pêş min û her hewlekê ji bo çareserkirina wan didin. Ji aliyekî din ve, me dîtin ku xwepêşandan hatin kirin, xwepêşandan jî mafekî asayî ye, Hikûmet piştevaniyê li xwepêşandanên aştiyane dike, lê belê êrîşkirin û dirustkirina tundûtûjî û aloziyê, nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan.”

Herwiha got: “Nabe hûn rê bidin kesên din xwe bixin nav xwepêşandanên we û alozî û tundûtûjiyê bikin, ev nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan û wiha pirsgirêk jî çareser nabin. Daxwaz ji hemû xwişk û birayan dikim, eger hûn xwepêşandanê dikin, bila xwepêşandan bi hêminî bin, dûrî şewitandina baregeh û tundûtûjiyê bin, yan nûnerên xwe bişînin ta ku daxwazên we ji hikûmetê bikin.”

Derbarê xwepêşandanên vê dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Tiştê hatiye dîtin, şewitandina baregeh û êrîşkirina hevdu bûn. Bawer nakim ev yek bi we xweş be. Lê ji bo çi hûn rê didin kesên din bikevin nava xwepêşandanan û ecindeyên xwe yên siyasî bi navê xwendekaran cibicî bikin. Berî her kesî divê hûn xwedaniyê li vî welatî bikin, divê hûn nehêlin kesek xwepêşandanên we ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi karî bîne.”

Derbarê xwepêşandanên vê dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Tiştê hatiye dîtin, şewitandina baregeh û êrîşkirina hevdu bûn. Bawer nakim ev yek bi we xweş be. Lê ji bo çi hûn rê didin kesên din bikevin nava xwepêşandanan û ecindeyên xwe yên siyasî bi navê xwendekaran cibicî bikin. Berî her kesî divê hûn xwedaniyê li vî welatî bikin, divê hûn nehêlin kesek xwepêşandanên we ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi karî bîne.”

Mesrûr Barzanî ji xwendekaran re got: “Daxwazekê ji we dikim, hûn Pêşmergeyên xwendekar bin, ber her kesekî berevaniyê li rûmet û maf û sembolên welatê xwe bikin. Cihê mixabiniyê ye ku me dît ku bêrêzî li ala Kurdistanê hate kirin ku bi hezaran şehîd ji bo wê ala pîroz hatine xwîn rijandine. Ma bêrêziyeke wiha çawa dê daxwaza xwendekaran be, em ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin. Gelekî diyar e ku destek heye û xwast sûdê ji karîna xwendekaran werbigire. Divê hûn berî hêzên ewlehiyê nehêlibin ku sivikî û bêrêzî li sembol û rûmeta welatê me kirin.”

Herwiha got: “Ez bawer im jî ev ne karê xwendekaran bû, her kesekî ev yek kiribe, hikûmet dê li bêdeng nebe. Ewên bêrêzî li hember ala Kurdistanê kirine, dê rûbirûbûyî yasayê bibin. Em karên bi vî rengî bi awayê herî tund şermezar dikin. Di heman demê de em karvedana tund şermezar dikin, çi ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li hember xwendekaran hatibe kirin, çi ji aliyê hinek kesên ku bi navê xwendekaran êrîşî hêzên ewlejiyê kiribin, ev tundî û derxistina aloziyê ye, bi ti awayî bi mafên xwendekaran hev nagire, loma rêkarên yasayî hene ku divê em çareser bikin, ez hêvî dikim ku demildest werin çareserkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser bûrsa ji bo xwendekaran diyar kir: “Zanîngehên hikûmetê bêpere ne, hikûmet bêpere perwerdehiyê ji bo welatiyan û xwendekarên xoşewîst ku tên di van zanîngehan de dixwînin, dabîn dike. Daxwazkirina bûrsê ji bo ku perwerdehiyeke bêpere were kirin, bawer bikin li ti cihekî dinyayê tune ye, tiştekî wisa tune ye ku tu bibêjî 'ez bêpere dixwînim û hinek pere jî bidin min, da ku ez perwerde bibînim', zanîngehên din hene taybet in, hinek kes hene ku rewşa wan baş e û ji bo xwendinê pere didin."

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: "Hinek caran mînaka derve tînin, weke nimûne dibêjin 'li Ewropayê wisa ye, li Amerîkayê wisa ye, li welatên pêşketî wisa ye, kredî didin xwendekaran', rast e, eva li hemû cihên pêşketî yên dinyayê, eger em bixwazin li welatên pêşketî binêrin, da ku tenê li ber çavên we zelal be, li wan welatan perwerdehî bêpere nîne, hemû xwendekar divê pere bidin, lê belê çi dikin, bank kredî dide wan, da ku bi teqsîtan pereyê perwerdehiyê bidin zanîngehê, ev sîstem heye, kredî jî hikûmet nade, bank dide, da ku bikarin pereyê perwerdehiyê bidin, li cem me li hikûmetê perwerdehî bêpere ye, ji ber vê yekê ez nizanim ev daxwaz çima wisa derket, çima wiha hat behskirin."

Herwiha eşkere kir: "Mijara bûrsê ji sala 2014an ve nemaye, berê li Iraqê jî hebû û niha li wir jî nemaye, piştî ku di sala 2014an de qeyrana darayî derket, mijara bûrsê nemaye, piştî 7 salan dîsa ev mesele hatiye vejandin, li ser çi, goya rewşa aboriya Herêma Kurdistanê baştir bûye.”

Li ser rewşa aboriya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji sala 2014an heta niha, para budceya ku diviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta federal werbigre, heta çar salan hikûmeta Iraqê ti pere ji Herêma Kurdistanê re neşand, vê jî wisa kir ku hikûmet ji bo meşandina karûbarên xwe biçe deyn ji bank û kompaniyan bike, da ku em bikarin ev çar sal xwe îdare bikin, ev hemû weke deyn li ser Herêma Kurdistanê mane, niha mixabin em baca wê didin.”

Herwiha eşkere kir: “Di van du salên dawî de  (2020-2021) budceya ku hikûmeta Iraqê li gor rêkeftinan diviyabû bişîne, 12 meh budce ji me re neşandin, ev hemû pere, çar salên berê jî ligel van du salên ku heye, bînin ber hev, 23 milyar Dolar ku pereyê Herêmê ye û mafê we ye, hikûmeta Iraqê neşandiye.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Binêrin çawa ji vê mijarê sûd wergirtin, aliyek hebû daxwaz ji hikûmeta federal kiriye ku budceya Herêmê neşîne, da ku hikûmet hilweşe, ev beşek ji opozîsyonê bûn, ku di rastiyê de li dijî berdewambûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, xwestine sûdê ji şiyanên hikûmeta federal bibînin, rê nedan Hikûmeta Herêmê aboriyê vejîne, heta wê astê ku xwe îdare jî bike, li aliyekî din jî hatin gilî û gazinan dikin û xelkê han dan û dibêjin hikûmet pere û mûçe nade we, hûn jî werin xwepêşandanê bikin, ango ji herdu aliyan xwe bi lêdana ezmûnê ve mijûl in.”