Li Herêma Kurdistanê 241 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 241 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 241 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 241 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 24 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 153 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 551 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 200 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 243 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 374408

Mirin: 6843

Başbûn: 3661619

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.