Serokwezîr Mesrûr Barzanî çi ji xwendekaran re got?

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiya û bersiva pirsên wan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel xwendekarên zanîngehên civiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel xwendekarên zanîngehên civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiya û nûnerên xwendekaran daxwaz û pêşniyar û kêşeyên xwe pêşkêş kirin û ji bo vê derfetê spasiya Serokwezîr kirin, ku bi wan re civiya û ev yek bi xemxurî û dilsoziya Serokwezîr ji bo proseya perwerdehiyê bi nav kirin.

Di civînê de ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel xwendekarên zanîngehên Kurdistanê hatin cem hev, nûnerên hemû zanîngehên Kurdistanê beşdar bûn û yek li pey yek pirsên xwe pêşkêş kirin û raman û daxwazên xwe gihandin Serokwezîr.

Pirsên xwendekarên zanîngehên Kurdistanê

Yek ji wan xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanan bûbû, ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re eşkere kir: “Em xwendekarên xwepêşandanê li ser cadeyê bûn, da ku em bikarin civîneke bi vî rengî ligel cenabê we encam bidin û li ser giriftên xwe biaxivin, da ku em mafên xwe werbigrin.”

Herwiha diyar kir: “Lê belê bi awayekî destwerdan di xwepêşandanên me de kirin, bi navê xwendekaran, dest birin ser pîrozî û saziyên hikûmetê, tevî bi navê xwendekaran êrîşî baregehên partiyên siyasî kirin û zirar gihandin wan, ev tenê ji ber wê yekê bû ku peyama me weke xwe negihîje Serokwezîr û xwepêşandanên me werin bêdengkirin û peyama me bi zelalî negihîşt cihê xwe.”

Herwiha tekez kir: “Em bi her awayekî ji van cure riftaran dûr in. Em dizanin ku hûn û malbata we û hemû kesên li vir xwedî şehîd in û qurbanî dane û xwîn rijandine ji bo vê hikûmetê, pêzanîn û dilsoziya me hemûyan heye û li ser vê rêbazê jî dimînin û em ê hemû serweriyên ku bi xwîna şehîdan bi dest ketinr biparêzin, ji ber wê em ji wê peyama ku navê xwendekaran şêwandiye dûr in.”

Herwiha daxwaz ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, zû rêkarên yasayî li hember wan kesên ku xwepêşandanên wan ne şîrîn kirine û peyama xwendekaran şêwandine werin girtin. Di dawiyê de jî komek ji daxwaz û pêşniyaz pêşkêşî Serokwezîr kirin.

Bersiva Serokwezîr

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva xwe de got: “Ez ji ber daxwazên bi vî rengî spasiya xwendekaran dikim. Ez dixwazim hûn nebêjin qey ez ji we dûr im, ez gelek nêzîkî we me, li şûna ku hûn derkevin ser cadeyan, hûn dikarin bi rêya nameyekê min agahdar bikin. Ez ji bo xizmeta we û hemû welatiyan li vir im. Rewş wisa nîne ku dengê xwe negihîje min û hûn neçar bin ku derkevin cadeyan, bi rêya nameyan gelek bi hêsanî hûn ê bigihîjin min, her çende eger bikarin xwepêşandanan jî bikin, bi aramî û aştiyane bikin, wisa bi ser çavan, ti kêşe nîne.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez li ser hemû wan mijarên hatin behskirin, hevnêrîn im, bi taybetî eger pêwîstiya xwendekaran bi alîkariyê hebe, ku hemû weke hev nînin û 150 hezar xwendekarên me hene, dibe ku rewşa jiyana wan hemû weke hev nebe.”

Herwiha got: “Me ligel Wezîrê Perwerdehiya Bilind lijneyek pêk anî û em berdewam dibin, da ku mekanîzmayek ji alîkarîkirina wan xwendekarên kêmdahat were dîtin, ku pêwîstiya wan bi alîkariya hikûmetê heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Alîkariya xwendekaran di vê kabîneya hikûmetê de, em gelek zêdetir dikarin alîkariya we bikin, ew jî bi rêya encamdana hinek tiştan, ew jî; baştirkirina kalîteya perwerdehiyê, pratîkkirina xwendina teorî, baştirkirina rewşa navxwe ya zanîngehan û beşên navxwe, lê belê ev bi çi tê kirin? Divê hikûmet budceyek jê re terxan bike, da ku bikarin van pêngavan biavêjin û him rewşa xwendina we û him jî cihê we yê hewandinê baştir bikin, ev hemû jî pêwîstî bi budce û lêçûneke taybet heye.”

Tekez kir jî: “Hikûmeta Herêmê pabend e ku jiyana welatiyên xwe dabîn bike, xwendekar jî beşek ji wan e û divê alîkarî bi wan re were kirin. Em ê lêkolînê di vê cure hevkariyê de bikin, bi awayekî ku hikûmeta bikare bi baştirîn awa hevkariya xwendekaran bike.”

Herwiha destnîşan kir: “Em dixwazin bêtir alîkariya we bikin bi afirandina qada zanistî ya baştir, da ku piştî xwendinê, derfetên kar ji we re peyda bikin, eger bi hev re em van karan bikin, ez dilniya me ku em rewşa xwendekaran û şêweya xwendinê gelekî baştir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji xwendekaran re got: “Daxwazeke min jî ji we heye, ez dixwazim bi awayê herî baş jiyana we hebe, lê belê wisa xuya ye hinek kes hene naxwazin rewşa Kurdistanê baştir bibe, ez dixwazim hûn jî piştevanên min bin, da ku ez bikarim baştir xizmeta we bikim, lê belê eger bikevin bin bandora gotinên xelkê din û aliyên din, wê demê ne tiştek dikeve destê we, ne jî hikûmet dikare alîkariya we bike.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em ji hev cuda nînin, wisa nîne ku hikûmet tiştekî be û hûn tiştekî din bin, em hemû hev temam dikin û ez li vir spasiya wan xwendekaran jî dikim ku rêgirî kirin ajendaya siyasî têkelî xwepêşandanan were kirin, ez gelek spasiya we dikim û destxweşî li we dikim, eger bi vê şêwazê berdewam bin, em jî dikarin zêdetir xizmeta we bikin.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Hemû wan pêşniyar û daxwazên we em ligel Wezîrê Perwerdehiya Bilind û aliyên pêwendîdar gotûbêj dikin, ku çawa bikarin alîkariya we bikin, bawer bikin em texsîr nakin, ez spasiya we dikim.”

Di bersiveke din de ku pêşniyar û daxwaza nûnerê xwendekarên Zanîngeha Duhokê hebû li ser dermaleya xwendekaran û liberçavgirtina rewşa darayî ya malbatên xwendekaran.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku kêşe tenê li ser dema perwerdehiyê nîne, tiştê girîng ew e ku piştî temamkirina xwendinê dê çi bikin û got: “Ewê li ser milê hikûmetê ew e ku divê derfetên kar ji bo piştî perwerdehiyê pêk bîne, divê hûn jî ji bo vê mebestê alîkariya me bikin, em hêvî dikin rojek were derfetên kar ewqas zêde be ku hikûmet li kesên kar dixwazin bigere, da ku jê re kar bikin, lê belê divê ji îro ve ji bo vê mebest xebat were kirin.”

Herwiha da zanîn: “Daxwazên we du daxwazên sereke ne, ew jî; alîkarîkirina xwendekarên kêmdahat û baştirkirina rewşa beşên navxweyî, ewê pêwendiya wê bi baştirkirina sîstema xwendinê heye, ev babeteke din e. Tiştê ji aliyê min ve gelek girîng e; destpêkê cih bidin çareserkirina kêşe û giriftên beşên navxweyî û  tiştê ku em bikarin ji bo baştirkirina rewşa beşên naxweyî yên xwendekaran, em texsîr nakin, ku ev mafê we ye.”

Tekez jî kir: “Siyaseta me ew e ku em çawa bikarin alîkariya xwendekaran bikin, da ku bikarin perwerdehiya xwe temam bikin, lê belê hinek xwendekarên kêmdahat hene, dibe ku şiyana wan tune be, em ê vê yekê jî binirxînin, da ku em bizanin kîjan xwendekar ji kû ye û pêwîstiya wî/wê bi alîkariyê heye, da ku hikûmet alîkariyê bike, ev jî beşek e ji wê mijarê û bêguman em ê ji bo vê mebestê jî bixebitin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Behsa wê yekê jî hat kirin ku xwendekar bikare ji bo xwe kredî werbigre, ev bi rêya sîstemeke bankî ve tê kirin, ji bo ku em jî bikarin bi rêya sîstema bankê ve tiştekî ji bo xwendekaran bikin alîkar bin, da ku piştî temamkirina perwerdehiyê û dîtina kar, krediya bankê bi awayekî teqsît bide, ev hemû ew mijar in ku divê piştre ligel Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî, li Encûmena Wezîran were gotûbêjkirin û were çareserkirin.”

Herwiha got jî: “Karkirin û xwendin bi hev re zehmet e, lê li hemû cîhanê xwendekar kar dike û dixwîne jî û pereyên xwendinê jî didin. Li vir bi xweşhalî ve, xwendin bê beramber e, lê ez ligel wê me ku xwendekar ti karî neke û tenê bixwîne û hemû karînên xwe ji bo zaniest û xwendinê bi kar bîne. Di heman demê de jî, her çend e zanista ku xwendekar fêrî wê dibe baştir be, karîna xwedekar jî baştir dibe. Ji bo asta zanînê li zanîngehên me bilind bibde, pêwîst e hikûmet karînên zêdetir ji zanîngehan re dabîn bike û hejmara hol, jûre û avahiyan zêde bike.”

Destnîşan kir jî: “Ez razî me ku tiştê ji bo vê mebestê bê xerckirin di berjewendîya giştî û prosesa zanistî de be û ne tenê di berjewendîya çend kesan de be û em kar li ser hemû van xalan dikin. Lê hûn baş dizanin ku em ne di rewşeke baş de ne, her çi ji destê me bê, emê bikin.”

Di beşeke din a bersiva xwe de got: “Dikarim niyaz û bernameya xwe ji we re bibêjim, bernameya me ew e, Kurdistanê ber bi qonaxake pêşketîtir bibin, ji bo vê jî em girîngiyê didin xwendinê, ji ber ku di encamê de, hûnê vî welatî birêve bibin. Her çendî asta we bilind be, bawerî bi birêvebirina we zêdetir dibe.”

Li ser pirs û pêşniyarên nûnerê xwendekarên Zanîngeha Germiyanê, ku li ser dermaleya xwendekaran kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Dermale (bûrs) di serdema kabîneya nehem de nehatiye birîn, bûye 7 sal dermale ji xwendekaran re nehatiye dayîn, baş an xirab ev biryar di wê serdemê de hatiye dayîn, ku tenê çend zanîngehên diyarkirî li Herêma Kurdistanê hebûn, niha hejmara zanîngeh û peymangehan û him jî hejmara xwendekaran çend qat zêde bûne.”

Herwiha destnîşan kir: “Eger hemû parêzgehên Herêmê weke hev dahatên xwe vegerînin xezîneya hikûmetê, dibe ku ev kêşe çênebe, dibe ku dahateke zêdetir a hikûmetê hebe, daku bikare ji bo çareserkirina vê kêşeyê xerc bike, lê belê hemû parêzgeh weke hev pabend nînin di mijara vegerandina dahatê bo xezîneya hikûmetê de, piraniya dahatan venagerin hikûmetê.”

Serokwezîr diyar kir: “Ev zelalkirina min jî ji bo wê yekê ku fikra 'gelek pere li ber destê hikûmetê ye, lê xerc nake' rast nîne.”

Di civîna ligel xwendekarên zanîngehê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê guh da daxwaz, pêşniyar û giriftên nûnerên hemû zanîngehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê û soz da; tiştê di şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, ji bo çareserkirina wan giriftan texsîr nakin û tekezî li ser çareserkirina du giriftên sereke û girîng kir, ew jî; kêşeyên beşên navxwe û polênkirina xwendekaran li gor rewşa darayî ya malbatên wan, ji bo diyarkirina xwendekarên kêmdahat û alîkarîkirina wan.