Barcelona bi serkeftineke girîng ji Villarreal vedigere

Barcelona
Barcelona

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona di gera 15emîn a La Ligayê de, bi serkeftineke girîng ji stadiuma Villarreal vegeriya.

Şeva borî di yekem lîstika rahênerê nû Barcelona Xavi Hernandez li derveyî Camp Nou de, Barcelona bi encama (3 - 1) Villarreal têk bir.

Golên Barcelona di xulekên (48, 88 û 90+4) de bi riya Frenkie de Jong, Memphis Depay û Philippe Coutinho hatin tomarkirin.

Bi vê serkeftinê, Barcelona bi (23) puanan hilkişiya rêza heftemîn a rêzbendiya La Ligayê de, li hemberê jî Villarreal bi (16) punanan di rêza 12emîn de ma.