Kurdekî din ê Efrînê di zîndanên çekdaran de hat kuştin

Silêman Nûrî Numan
Silêman Nûrî Numan

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî din ê Efrînê piştî revandina du sal û 6 mehan, di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve di bin eşkenceyê de hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, berpirsên zîndana bajarokê Raî roja 27ê Mijdarê malbata Silêman Nûrî Numan ê ji gundê Bozîkê agahdar kir ku Silêman di zîndanên canê xwe ji dest daye û divê ew bên termê wî ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Raî werbigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, berpirsên zîndana Raî ji malbata Silêman re gotine, Silêman bi awayekî asayî di zîndanê de canê xwe ji dest daye.

Lê Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, Silêman Nûrî Numan ê ku ji roja 1/6/2019an ve ji aliyê grûpa El-Hemzat ve hatiye revandin, bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hatiye tometbarkirin û di zîndanê de rastî hemû awayên eşkenceyan hatiye.

Ew rêxistina mafên mirovan amaje bi wê da, Mewlîde Numan ku meta Silêman e, ew jî roja 26/6/2019an ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî mana nêzîkî 2 salan di girtîgehê de û ji ber eşkenceyê, roja 30/5/2021ê canê xwe ji dest dabû.

Zîndana Raî li herêma Ezazê di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve de ye, li gor zanyariyan dora hezar girtiyên ji Efrînê tê degirtî ne û di şert û mercên xirap de dimînin.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, heta niha dora 50 welatiyên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.