Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Îtalyayê dike

Serok Herêma Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Bruno Antonio kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Herêma Mesûd Barzanî îro 28ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Bruno Antonio kir û spasiya gel û hikûmeta Îtalyayê kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kirine.

Balyozê Îtalyayê ku bi mebesta bidawîhatina erk û karê xwe li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, di civînê de pêzanîna xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê di şerê terorê de hebû. Tekez kir jî, welatê wî di piştevanîkirina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam dibe.

Balyozê Îtalyayê gelê Kurdistanê wek dostê nîzîk ê gel û hikûmeta Îtalyayê bi nav kir û tekezî li ser bandora Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û herêmê de kir.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kirine û pêşwazî jî li dostanî û pêwendiyên her du aliyan kir.

Rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Encûmena Nûneran û encamên wê mijarên din ên wê civînê bûn.

Girêdayî bi gefên terorê û hizra tundrewiyê jî, her du aliyan li ser wê hevnêrîn bûn ku teror hîn metirsiyeke hevbeş li ser hemû cîhanê ye û hokarên ku bûna sedema derketina terorê, hîn jî mane û çareser nebûne.

Di civînê de ku Konsulê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Balyozê Îtalya re di erk û karê wî yê nû de xwast.