Çiyayê Nemrûdê pêşwaziya geştyaran dike

Ciwanî û bilindahiya çiyayê Nemrûdê bala geştyarên navxwe û biyanî dikêşe.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Çiyayê Nemrûdê yek ji cihên dîrokî û geştyarî yên Bakurê Kurdistanê ye. Ciwanî û bilindahiya çiyayê Nemrûdê bala geştyarên navxwe û biyanî dikêşe. Her çendî sala borî ji ber rêkarên Koronayê hejmara geştyaran kêm bûbe jî, lê îsal zêdetirî 165 hezar geştyaran serdana çiyayê Nemrûdê kirine.

Çiyayê Nemrûd yê li bajarê Semsûra Bakurê Kurdistanê ku di lîsteya mîrateyên çanda cîhanê ya UNESCO de ye û bilindahiya wê 2 hezar 206 metre ye pêşwaziya geştyarên dawiya demsalê dike.

Di demsala geştyariyê de, îsal zêdetirî 165 hezar geştyaran serdana çiyayê Nemrûdê kirin. Li ser çiyayê Nemrûd peykerên Şaristaniya Kommagene yên ku dîroka wan vedigere berî 2 hezar salî hene. Ji sedî 10ê geştyarên serdana çiyayê Nemrûd dikin, geştyarên biyanî ne.

Çiyayê Nemrûdê weke cihê herî ciwan ê derketin û rojavabûna rojê tê pênasekirin. Ji ber barîna berfê ya zêde, di navbera mehên Kanûn û Adarê de serdana geştyaran tê rawestandin. Niha çiyayê Nemrûdê pêşwaziya geştyariyên dawiyê yên werza payîzê dikin.

Alîkarê Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Semsûrê Ahmet Gunaydin dibêje: “Heta ku rewşa seqayê baş be, em li benda hatina geştyaran dimînin. Lê ligel barîna berfê re serdana geştyaran tê rawestandin. Ji Adara îsal ve 165 hezar û 374 geştyarên biyanî û navxwe serdana çiyayê Nemrûdê kirine. Ji sedî 10ê wan geştyaran biyanî ne. Heta rewşa seqayê baş be, bila geştyar bên û mûzeya cîhanê ya herî ciwan û vekirî bibînin.”

Rojane bi sedan geştyar ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê serdana çiyayê Nemrûdê dikin. Geştyar bi ciwaniya çiyayê Nemrûdê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Geştiyarek dibêje: “Li çiyayê Nemrûdê hewayeke pir ciwan û xweş heye. Di vê demsalê de hewayek bi vî awayî tiştekî pir ciwan e. Di vê demsalê de hatina vê derê gelek zehmet e, lê em gelek bi şans in. Mirov ji xweşî û tiştên li vir dibîne bawer nake. Tiştek bê hempa ye. Daxwaz ji her kesê dikim bên û vê ciwaniyê bibînin.”

Gelek ciwan dema nû dizewicin serdana çiyayê Nemrûdê dikin. Yek ji geştyarên ku serdana çiyayê Nemrûdê kirî ciwanekî welatiyê Tirkiyê û keçeke biyanî ye.

Geştyar dibêjin: “Gelek behsa çiyayê Nemrûdê dikirin, me jî got em biçin bibînin. Peykerên li vir bêhempa û ciwan in, mirov matmayî dimîne çawa xelk li ser vî çiyayî jiyane. Em zewicîne û piştî zewacê hatine vê derê.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çand û Geştyariya Semsûrê sala 2019’an 176 hezar û 156 geştyaran serdana çiyayê Nemrûdê kiribûn. Lê li sala 2020’an ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ev hejmar daketibû 52 hezar û 885 geştyarî. Îsal jî bi rakirina qedexeyan û sistkirina rêkarên xweparêziya ji Koronayê 165 hezar û 374 geştyarên biyanî û navxwe serdana çiyayê Nemrûdê kirine.