Serok Barzanî: Şehîdbûna ji bo niştiman serbilindî ye
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de hevsoziya xwe ji bo şehîdbûna 5 pêşmergeyên Kurdistanê ragihand; ku şeva borî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li sînorê Kuleco hatin armanckirin.
Serok Barzanî diyar kir: "Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindî ye."
Peyama Serok Barzanî li ser şehîdbûna pênc pêşmergeyên Kurdistanê wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Gelek bi xemgîniyê ve, şeva borî di encama kiryareke terorî ya terorîstên DAIŞê de li sînorê Kuleco hejmarek pêşmergeyên qehreman di dema erkê xwe yê pîroz de şehîd û birîndar bûn.
Ez pirse û sersaxî arasteyî malbat û kesûkarên şehîdên me dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dibînim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyana wan şehîdan bi bihişta xwe şad bike û sebr û aramî bibexşîne malbat û kesûkarên wan, ez hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.
Şehîdbûn û qurbanîdana ji bo xak û niştiman şanazî û serbilindiya mezin e. Bi hezaran silav ji bo giyana pak a şehîdên şerê dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
28ê Mijdara 2021ê