Xelkê Amûdê ji bo keçên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin xwe pêşan dan

Malbatên keçên temen biçûk li bajarê Amûdê bi armanca vegerandina keçên xwe, xwepêşandan li dar xistin.
Amûdê
Amûdê

Hewlêr (K24) - Malbatên keçên temen biçûk li bajarê Amûdê bi armanca vegerandina keçên xwe ku ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, xwepêşandan li dar xistin.

Li gor malpera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Rêxistina Ciwanên Şoreşger ji êvara yekşema borî ve, 3 zarokên biçûk bi armanca leşkerkirina wan, revandibûn.

Hat diyarkirin; navên keçên hatine revandin ev in; Hediya Ebdulrehîm Enter (15 salî), Evîn Celal Xelîl (15 salî) û Ayana Idrîs Îbrahîm (15 salî).

Di Hezîrana 2019an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.