Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya Sky News ji raya giştî ya Erebî re diaxive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya bernameya "Mea Cîzal" a kanala Sky News Erebî, gotara Herêma Kurdistanê digihîne raya giştî ya Erebî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya bernameya "Mea Cîzal" a kanala Sky News Erebî, gotara Herêma Kurdistanê digihîne raya giştî ya Erebî û doza Kurdan û astengên li Iraqê têne pêş, ji raya giştî ya Erebî re eşkere dike.

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel pêşkêşkara navdar a Ereb Cîzal Xûrî îşev li gor dema Hewlêrê di demjimêr 23:00an de dê were weşandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Di programa bernameyê de hatiye diyarkirin; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne ku "di nava çar salên borî de hikûmeta Iraqê ti budceyek neşandiye Herêma Kurdistanê".

Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye "her kes dizane ku gendelî heye û serweta Iraqê tê dizîn".

Di bernameyê de pêşkêşkar careke din pirsa "gelo tu Kurd î" arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike.

Pêşkêşkara navdar Cîzal Xûrî

Cîzal Xûrî ku pêşkêşkareke Lubnanî ye û xwedî nasnameya Fransî ye, di dema jiyana xwe ya medyayê de gelek bernameyên navdar pêşkêş kirine.