Li Serhedê sê roj in bênaveber berf dibare

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, sê roj in bênaveber berf dibare.

Taybet li Qamûşana Qersê ku bi berfa xwe ya zêde û sermayê dijwar navdar e, berfeke baş bariye.

Berfa li rêyên sereke yên navbera Agirî û Qers û Erdexanê bo ajokaran dibe sedema zehmetiyan. Taybet şev ji ber mij û tariyê carînan bûyerên hatûçûnê rû didin. 

Welatî didin xuyakirin, her çend e berf ji bo jiyana wan ya rojane zehmetiyan dirust bike jî, ji bo derbaskirina salake berhemdar û bereketê baş dibînin.