Dîndar Zêbarî: PKK dixwaze wêneya Herêma Kurdistanê neşîrîn bike

Dîndar Zêbarî: Rola PKKê ya gelekî xirap di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê û bi taybet ên Silêmaniyê de hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî radigihîne, PKK dest bi siyaseta neşîrînkirina Herêma Kurdistanê kiriye û rola wê ya aktîv di Silêmaniyê û guhartina daxwazên xwepêşandêran de hebû, çend kesên ser bi PKKê ve hatin girtin û di rojên bê de zanyariyan belav dikin.

Dîndar Zêbarî ji rojnamevanan re ragihand, “Rola PKKê ya gelekî xirap di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê û bi taybet ên Silêmaniyê de hebû. PKKê bi riya alîgirên xwe hewl da daxwazên rewa yên xelkê bi aliyekî din ve bibe. Di rastiyê de, PKK bûye barekî giran li ser aramiya Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Rola PKKê di koçberbûna xelkê Herêma Kurdistanê bo Belarusê de hebû. Hin kes di nava koçberan de hebûn, hewl didan wêneya Herêma Kurdistanê li cem civaka navdewletî neşîrîn bike, ji ber wê divê destpêkê PKKê were tometbarkirin û jê re were gotin ku divê dawiyê li vê siyasetê bîne.”

Dîndar Zêbarî diyar kir jî: “PKKê pirsa koçberan wek kartekê bi kar anî, ji bo navûdengê Herêma Kurdistanê têk bide. Alîgirên PKKê hewl dan li medya û sosyal medayayê, Kurdistanê neşîrîn nîşan bide.”