Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 423 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  423 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 178 kes li Hewlêrê, 71 kes li Silêmaniyê, 169 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 478 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 375099

Mirin: 67865

Başbûn: 362501

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.