ENKS bang li civaka navdewletî û Tirkiyê dike: Binpêkirinên çekdaran li Efrînê rawestînin

ENKS: Tawan û binpêkirinên grûpên çekdaran, dibe sedema koçkirina xelkê û bicihkirina plana guhartina demografiya Efrînê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi tundî şermezar dike û bang li civaka navdewletî û Tirkiyê dike, van binpêkirinan rawestînin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpa çekdar a Ebû Emşê roja 24ê Mijdarê bi ser koneke şîniyê li navçeya Şiyê ve girt û li xwediyê şînê û kurî wî dan, telefonên kesên li binê konê desteser kirin û 3 kes revandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir jî, kesên hatine revandin navên wan Xelîl Misrefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo û Emar Silêman Şêxo ne.

ENKS amaje bi wê da, revandina wan her sê welatiyan wekî bersiva vegerandina 300 tenekên zeyta zeytûnan bo welatiyan bûn ku ji aliyê grûpên çekdar ve ji gelê Şiyê ve hatibûn talankirin.

ENKSê ragihand jî, grûpa bi navê Mihemed El-Fatin roja 12ê Mijdarê welatî Serbest Birîm ji gundê Memila revand. Herwiha grûpa Polîsa Leşkerî jî roja 24ê Mijdarê her yek ji Azad Cemîl Nebo û Şêrzad Endo Xilosî ji nava Efrînê revandin.

ENKS di daxuyaniya xwe de van tawan û kiryarên grûpên çekdaran bi tundî şermezar dike û daxwaza azadkirina hemû girtî û revandiyan dike.

Herwiha ENKS bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka navdewletî û dewleta Tirkiyê dike, destêwerdanê bikin û van kiryarên çekdaran rawestînin, ji ber ku dibe sedema koçkirina xelkê resen ê Efrînê û bicihkirina plana guhartina demografiya herêmê.