Iraq hûrgiliyên hewldana kuştina Kazimî aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa neteweyî yê Iraqê Qasim El-Aracî îro li Bexdayê hûrgiliyên destpêkê yên hewldana kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kirin.
Roja 7ê Mijdarê mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Herêma Kesk a bexdayê rastî êrîşeke bi droneyên bombekirî hatibû, di encamê de çend karmendên wî yên ewlekarîyê birîndar bûn.
El-Aracî di konferanseke rojnamevanî de vîdeyoyek da nîşandan, tê de diyar dibe ku droneyek bombekê bi ser mala Kazimî de berdide û herwiha wêneyên din ên vê bûyerê hatin nîşandan
El-Aracî got, ji komîta lêpirsînê ya vê êrîşê re hat çespandin ku êrîşa li ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimîvbi riya du droneyan hatiye kirin.
Destnîşan kir jî, êrîş bi avêtina du bombeyan pêk hatiye ku yek li ser banê mala kazimî û ya din jî li hewşa malê ketiye. Diyar kir jî, bomeyek teqiyaye û ya din jî neteqiyaye.
El-Aracî diyar kir jî, ev her du drone û bombe li navxweya Iraqê hatine çêkirin û got ku di bombeyan de madeya C.4 hebû.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşê rasterast mala Serokwezîr Kazimî û jiyana wî armanc girtiye.”
Al-Araci diyar kir, du tîmên Rêveberiya Têkbirina Teqemeniyan û Delîlên Edlî ji bo cihê bûyerê hatin şandin û delîl kom kirin.
Got jî, ew tîm matmayî man ku her du bombe ji aliyê du mefreziyên ser bi Rêveberiya Têkdana Teqemeniyan û Delîlên Edlî ve hatine teqandin bêyî ku şopa tiliyan jê werin bibin.
Piştrast kir, komîta lêkolînê biryar da ku du mefrezeyên ew her du bombe teqandine werin girtin û ji bo Wezareta Navxwe hatine veguhastin, da ku lêkolînan ligel wan temam bikin.
El-Arecî got, komîta lêkolînê heta niha daxwaza alîkarîyê ji ti alîyekî bîyanî nekiriye û heta niha kesek yan jî aliyek tawanbar nekirîye û pêwîstiya lêkolînan bi demeka zêdetir heye.
Tekez kir jî, delîlên girîng di destê wan de heye, ji bo ew bigihêjin rastiya vê êrîşê, lê divê dem ji bo lêpirsînan bê dayîn.