Bahoza Stenbolê: 4 mirî û 38 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, li Stenbolê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 38 kes birîndar bûn.

Bahoza lodosê ya ku rayedarên hewayê beriya niha hişyarî dabûn, li Stenbolê ji danê sibehê ve dest pê kir.

Li gelek parêzgehên din ên Tirkiyê ji ber bahozê sîwanên malan û dikanan firiyan, dar hilweşiyan û ziyanên madî û canî çêbûn.

Wezîrê Tendirustiyê ya Tirkiyê Fahrettin Koca li Twittera xwe ragihand, di bahozê de, 1 ji wan biyanî, 4 kesan canê xwe ji dest da, herwiha 4 ji wan bi giranî, 38 welatî jî birîndar bûne.