Wezareta Pêşmerge plana xwe serbazî ya 2022an guftûgo dike

Tevahiya rêveberî û lîwayên piyade û nûnerê Hevpeymanan beşdarî civînê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge aşkere kir, Wezareta îro civîna xwe ya salane ji bo danîna plana serbazî ya 2022an bi amadebûna tevahiya rêveberî û lîwayan û nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî encam da.

Wezareta Pêşmerge îro 30 Mijdara 2021ê di daxyuyaniyekê de ragihand, bi serperiştiya Rêveberê Rahênanê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Ebdulla Kerîm, tevahiya rêveberî û lîwayên piyade û nûnerê Hevpeymanan ji bo danîna plana salane ya rahênana serbazî beşdarî civînê bûn.

Diyar kir jî, di destpêka civînê de, Rêveberê Rahênanê behsa girîngiya encamdana rahênanê ji hêza Pêşmerge re, pabendbûna lîwa û yekîneyên serbazî bi demên rahênanê û cibicîkirina dîsplîna serbazî kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, nûnerên lîwa û rêveberiyên ser bi wezaretê ve, nêrînên xwe derbarê plana sala bê ya rahênanê pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo destpêkirina proseyên rahênanê nîşan dan.