Sizaya zîndanê ya ji Leyla Guvenê re hat protestokirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Cizaya 5 sal a hepsê ya ji siyasetmedara Kurd Leyla Guven re ji ber axaftinekê hat dayîn li Stenbolê ji aliyê rêvebir û siyasetmedarên HDPyî ve hat protestokirin û daxwaza berdana Guvenê hat kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera berê ya HDP Leyla Guven ji ber axaftineke xwe ya li Gevera Colemêrgê ku ji hêla dadgehê ve bi bangeşeya rêxistinê hat tohmetbarkirin û jê ra 5 sal sizaya hepsê hat dayîn.

Ji bo protestokirina biryara sizaya hepsê hejmareke zêde endam û siyasetmedarên HDPyî li ber avahiya şaxa HDPa Stenbolê li hev kom bûn.

Hevseroka Şaxa HDP a Stenbolê Elîf Bulut got: “Leyla Guven hêjaya me ye. Her dem em xwedlî lê derketin û em ê derkevin jî. Piştî sizaya 22 salan niha 5 salên din jî sizaya hepsê jê ra hat dayîn. Her çi ciza bidin jî, Leyla Guven û em hevrêyên wê dev ji doza xwe bernadin.”

Parlamenterê HDP Zeynel Ozen girtina siyasetmedara Kurd wek dîlgirtineke siyasî dest nîşan kir û got: “Ew çi bikin jî em siyasetmedarên HDPyî gavek paş de navêjin û serê xwe natewînin. Biryarên tên dayîn nehiqûqî ye. Leyla Guven çi kiribe em li pişt wê ne. Wê têkoşîneke bi rûmet da û niha ji ber vê helwesta xwe di zindanê de tê dîlgirtin.”

Parêzerê Guven ragihand ji bo betalkirina biryara cezaya hepsê dê li dadgehên pêwendîdar îtîrazê bikin.

Guven ji ber tohmetbakirina endamtî û bangeşeya rêxistinê di girtîgeha Elezîzê de ye û 22 sal û 3 meh sizaya hepsê jê re hatiye dayîn.