Komisyonê encamên dawiyê yên hilbijartinên Iraqê ragihandin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navên tevahiya kandîdên serkeftî jî belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawiyê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandin û navên tevahiya kandîdên serkeftî belav kirin.

Komisyonê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê de, 9 milyon û 629 hezar û 601 kes dengdar bûn û rêjeya beşdariya gihîşt %44.

Diyar kir jî, dengên rast 8 milyon û 871 hezar û 612 deng bûn ku rêjeya wê %92 bû û 721 hezar û 979 deng pûçkirî bûn ku rêjeya wê %8 bû.

Li gor endamekî Komisyona Hilbijartinan, li seranserî Iraqê, piştî lêkolînkirina di giliyan de, guhartin tênê di 5 kursiyan de çêbûye, ew jî li Bexda, Hewlêr, Kerkûk, Neynewa û Besrayê ne.