Li Diyarbekirê geştên asmanî hatin rawestandin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber mijê, geştên asmanî yên navbera Diyarbekir-Stenbol, Diyarbekir –Enqerê hatin rawestandin. Hat ragihandin ku dê mij li Diyarbekirê bandora xwe bidomîne.

Ji aliyê Balafirxaneya Diyarbekirê hat ragihandin, ji ber şert û mercên hewayê û zêdebûna mijê geştên asmanî yên Diyarbekir-Stenbol, Diyarbekir –Enqereyê hatin betalkirin.

Hat ragihandin ku dê nava rojê de li Diyarbekirê mij bandora xwe bidomîne û mesafeya dîtinê jî heta 50 metreyî jî daketiye.

Rayedaran hişyarî dan ajokaran jî ku di çûnûhatinê de baldar bin û lampeyên mijê bi kar bînin.