Mesrûr Barzanî bo weberhêneran: Pêwîst e girîngî bi perwerdeya mirovê lêhatî û niştimanperwer were dayîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li hejmarek weberhêneran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30 Mijdara 2021ê pêşwazî li hejmarek weberhêneran kir ku biryar dane li ser erkên xwe 10 dibistanan li nava bajar û li parêzgeha Hewlêrê ava bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de destxweşî li wan weberhêneran kir û rola sektora taybet di proseya avakirina jêrxaneyeke bihêz bilind nirxand.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiyeke mezin dide xwendin û perwerdehiyê, ji bo vê mebestê jî ji bilî avakirina dibistanan û xwendingehên hevçerx, pêwîst e girîngî bi perwerdekirina mirovên bi karîn, lêhatî û niştimanperwer were dayîn û em hemû kar ji bo pêşxistina zêdetir a Kurdistanê di hemû waran de bikin.