Baroya Diyarbekirê êrîşên ser parêzeran şermezar kir

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê derbarê êrîşên ser parêzeran de li ber Avahiya Edliyeyê ya Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de êrîşên ser parêzeran hatin şermezarkirin û Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje civaka ku parêzer ne azad bin de tikes ne azad e.

Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê êrîşên ser parêzeran şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat amajekirin, di demên dawiyê de êrîşên ser parêzeran her ku diçe zêdetir dibin û li gel vê yekê ji ber ku êrîşkar nayên sizadan jî rê li ber êrîşan nayê girtin.

Bal hate kêşan ku di nava hefteyekê de  3 parêzerên ku endamê Baroya Diyarbekirê ne ji ber karê xwe yê parêzeriyê rastî êrîşê hatine û êrîşkar nehatine sizadan û ev yek dibe sedem ku êrîşên ser parêzeran zêdetir bibin.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren anî zimên di civakeke ku parêzer tê de ne azad bin ti kes ne azad e û bal kêşand ser girîngî û pêwîstîya parêzerî û parastinên. Di daxuyaniyê de Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê da zanîn ku ew dê Baroya Diyarbekir heta dawiya prosesa hiquqî ya êrîşên ser parêzeran bişopîne.

Herî dawî parêzerên Baroya Diyarbekirê yên bi navê Parêzer Emel Sayin û Parêzer Omer Sansarkan dema ji ber dadgehekê ji Elezîzê vedigeriyan Diyarbekirê li navçeya Madenê rastî êrîşeke çekdarî hatibûn û muwekkîlê wan birîndar bibû.