Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê li Enqerê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê dest pê kir. Di rûniştina 7emîn de dîsa endamekî din yê dadgehê hat guhertin û 31 kesên ku wek gilîkar beşdarî dozê bibûn dev ji dozê berdan û beşdarî dozê nabin. Doza ku 2 hezar parêzer dişopînin dê hefteyeke berdewam bike.

Di Doza Kobaniyê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 20 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.

Nûnerên baroyên Riha, Mêrdîn, Amed, Êlih û Îzmîrê û gelek parêzerên endamê saziyên sîvîl jî Doza Kobaniyê dişopînin. Piştî dozê destpê kir, endamekî din ê dadgehê hat guhertin.

Di doza ku 47 kes wek gilîkar beşdarî dozê bûne û daxwaz kirine endamên HDPê bên sizakirin 31ê ji wan dev ji dozê berdan û 6 ji wan jî beşdarî dozê nebûn.

Herwiha di 6emîn rûniştina vê dozê de jî serokê şandeya dadweran yê ku taybet bo vê dozê hatibû erkdarkirin ji ser kar hatibû dûrxistin.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.