Bahozê ziyanên mezin gihandin Stenbolê

kurdistan24.net

Stenbolê (K24) – Bahoza ku li Stenbolê karîgeriyeke xerab li ser jiyana xelkê kir bû sedema gelek qeza û mirina mirovan. Li bajêr ji ber tofana rabû 4 kes mirin, 46 kes birîndar bûn. Bi sedan dar ji cîhê xwe derketin ser wesayîtan qelibîn û ziyanên mezin ên maddî çêbûn.

Hinek keştî qelibîn, hinek jî noqî av bûn. Tofan û bahoza li Stenbolê rabû bû sedema gelek qezayan.

Li navçeya Kartala Stenbolê ji ber bahozê gelek keştî li peravê qelibîn û hinek ji wan ji bo ku noqê av nebin bi werîsê hatin girêdan.

Niştecîhê Stenbolê Huseyîn Devran dibêje: “Li vir keştiya tankerekî noqê av bû. Keştiyek din jî hindik maye noqê av bibe. Êdî ev keştî xera bûn û nayên bikaranîn jî. Beriya 6 salan bahozeke bi vî awayî li Stenbolê rabû û ziyaneke mezin rû dabû.”

Bayê ji Başûr û Rojavayê Tirkiyeyê dest pê kir li 17 bajarên herêma Ege û Marmarayê bandoreke xerab li ser jiyana welatiyan kir.

Niştecîhê Stenbol Eyup Kirtil dibêje: “Ez li nêzî vê peravê dijîm. Li herêma em lê dijîn ji ber bayê kelûpelên giran ji cîhên bilind ketin xwarê û ziyanên mezin çêbûn. Ya rast ev bayê ku leza wê di saetekê gihişt heta 100 kîlometreyê em tirsandin.”

Ji ber bahozê li Stenbolê seferên keştî û balafiran hatin rawestandin. Perwerdehiya rû bi rû ya li dibistanan jî bo rojekê hat rawestandin. Bi sedan dar ji cîhê xwe derketin li ser wesayîtan qelibîn. Gelek baniyên ser malan firiyan û ziyanên mezin ên maddî çêbûn.

Hat ragihandin ji ber bahozê li Stenbolê 4 kes mirin û 46 kes birîndar bûn. Li bajarê Kocaeliyê jî ku nêzî Stenbolê ye 2 kes jiyana xwe ji dest dan.