Encûmena Wezîran ji bo tayînkirina sê yekemên zanîngeh û peymangehan Wezareta Xwendina Bilind raspard

Biryara tayînkirina sê yekemên zanîngeh û peymangehan dê were cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên a Herêma Kurdistanê îro 1ê Berçileya 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane li dar xist.

Serokwezîr li ser navê Encûmena Wezîran hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û malbatên wan Pêşmergeyên qehreman ên di çend rojên derbasbûyî de di encama êrîşên terorîstên DAIŞê de li devera Germiyanê şehîd bûne kir.

Serokwezîr tekezî li ser peywendiya hertimî ya ligel Hikûmeta Federal û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir, ji bo jinavbirina metirsiyên li ser Pêşmerge. Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Federalî kir ku hevahengiya serbazî û ewlekarî di vî warî de bihêztir bike, ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan, ji ber ku metirsiyeke mezin li ser hemûyan e.

Piştre, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bal kişand li ser serdana xwe bo eniyên Pêşmerge li herêma Germiyanê û navçeyên ku rûbirûyê êrişên terorîstên DAIŞê dibin. Amaje bi wê yekê jî kir ku li van deveran valahiyên ewlehiyê hene û ji bo bihêzkirina baregehên Pêşmerge û dabînkirina pêwîstiyan, çend daxwaz û pêşniyar jî kirin. Encûmena Wezîran tekezî li ser cîbicîkirina pêşniyarên Wezîrê Pêşmerge û çareserkirina kêmasî û pirsgirêkên ku Pêşmerge tûşî wan dibin, kir. Herwiha girtina tedbîrên pêwîst ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve û hevahengiya zêdetir bi hêzên federal û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re, ji bo kêmkirina egerên geşbûna DAIŞê li li wan navçeyên.

Di xala duyem a civînê de, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qader pêşniyarek ji bo tayînkirina sê yekemên zanîngeh û peymangehan ên derçûyên sala 2016 – 2017an pêşkêş kir.

Piştre, Wezîrê Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed raportek li ser karê biyanî li Herêma Kurdistanê û derfeta cîgirkirina wê bi hêzên navxweyî û pêşvebirina navendên wezaretê di ware rahênan pîşeyî pêşkêş kir. Di raporê de her wiha hewlên wezaretê ji bo amadekirina reşnivîsa nû ya yasaya kar û yasaya nû ya xanenişînan û ewlehiya civakî û pêkanîna çaksaziyan li Herêma Kurdistanê jî li xwe girt.

Di beşeke din a civînê de, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî pêşniyarek ji bo dirêjkirina dema diyarkirî ji bo qerebûkirina cotkarên ku peymanên wan ên çandiniyê hene an jî zeviyên wan di nav sînorê şaredariyê de ne, pêşkêş kir. Encûmena Wezîran jî tekezî li ser qerebûkirina yasayî ya welatiyan kir û pêşniyaza Wezareta Çandinê pesend kir ku3 mehan derfeteke din bide wan, ji bo berdewamiya proseyê û qerebûkirina xwediyên mafan.