Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya kir

Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya hebûna nexşeyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li şandeke Rûsî ya bilind bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkyayê û Cîgirê Wezîrê Derve Mikhaîl Bogdanov kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraq û hêrêmê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin guftûgokirin.

Nûnerê Serokê Rûsya û Cîgirê Wezîrê Derve silav û rêzên serkirdatiya Rûsyayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û amaje bi rola diyar a Serok Mesûd Barzanî kir ku Rûsya wek wî wek pêşewayê neteweyî yê Kurd dibîne. Herwiha behsa rola girîng a Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê ligel Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê kir ku pêwîst e bîrûboçûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê guhartinên herêmê li ber çavan werin girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên ligel Rûsyayê di hemû waran de nîşan da, bi taybet firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyên ku ji her du aliyan re cihê girîngiyê ne.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa rewşa Sûriyê û pirsa Kurdan li herêmê hate kirin, Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya hebûna nexşeyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê kir ku dûrî takrewî û xwesepandinê be û nûneratiya hemû aliyên Kurdên Sûriyê bike.