Omicron gihîşt derdora Iraqê

Siûdiye û Îmarata Erebî yekem haletên pêketina bi vîrûsa Omicron tomar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Her yek ji Siûdiye û Îmarata Erebî yekem haletên pêketina bi vîrûsa Omicron tomar kirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê ragihand, welatiyekî Siûdiyê ku ji bakurê Efrîkyayê vegeriya bû, vîrûsa Omicron hilgirtibû.

Amaje bi wê jî da, ew kesê bi Omicronê ketiye û kesên ku pêwendî pê re kirine, her kesek bi awayekî cuda hatin kerentînekirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê welatiyên xwe agahdar kir ku xwe vaksîn bikin û daxwaz ji geştiyaran kir jî, dema vegerin xwe kerentîne bikin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmarata Erebî ragihand, yekem haleta pêketina bi Omicronê li wî welatî hat tomarkirin.

Diyar kir jî, ew pêketiya Omicronê jinek e, ji Afrîkyayê vegeriyabû û di çend welatên Erebî re jî derbas bûbû.

Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmaratê amaje bi wê jî kiribû, wê jinê her du daneyên vaksînê jî wergirtibûn.