Sendike: Li Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî zext li ser karkeran heye

Tendirustkarên Diyarbekirê
Tendirustkarên Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Sendîkeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir bi sedema ku di Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî de mobîng ango zext li ser tendirustkaran tê kirin, civîna çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî ji aliyê Hevserokê Sesê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku di dema pandemiyê de li aliyekê barê ser mile tendirustkaran giran bu li aliyekê jî zextên ser tedirustkaran dijwartir bûn ku bi teybetî jî di Naxeşxaneya Silhedîn Eyyubî de ev zext zêde ne, bi awayeke keyfî cihên tendirustkaran tê guherîn û cihê tendirsutkarên dixwazin cihê wan were guhertin jî nayê guherîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li gorî rapirsiya gel tendirustkarên Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî hatî kirin %87ê tendirustkaran ne memnun in ku li Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî dişixulin, %92yê tendirustkaran didin zanîn ku rayedarên nexweşxaneyên hewl nadin ku pirsgirêkên wan çareser bikin, %87 dibêjin hawira nexweşxaneyê bo nexweşan ne guncav e, %82 dibêjin derfeta wan hebe dê cihê xwe biguherînin.