Li Efrînê 3 kesên din ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 mêr û jinekê ji gundekî Efrînê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin di nava wan de jinek heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar “Polîsa Leşkerî” roja 1ê Berçile bi ser gundê Kefir Sefre yê ser bi navçeya Cindirêsê ve girtin û ketin hejmarek malên gund û pişknîn kirin.

Diyar kir jî, çekdaran 3 welatiyên bi navê Ebdulrehman Brîmce, Ebdulla Xelîl Murad û Şamîran Xelîl Hesen revandin.

Destnîşan kir jî, Ebdulrehman Birimce û Ebdulla Xelîl Murad ev cara duyem e ji aliyê çekdaran ve têne revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve heta niha bi awayên curbicur hewl didin zextê li Kurdên Efrînê dikin, ji bo koçber bibin û ew jî destên xwe deynin ser mal û milkên wan.