Karwaneke din a koçberan ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro karwana şeşemîn a koçberên Herêma Kurdistanê yên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên K24ê, hejmara koçberên îro vegeriyane, 430 kes bûn.

Heta niha hejmara koçberên ku ji Belarusê vegeriyane Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 2 hezar kesan e.

Li gor zanyariyan jî, 1500 koçberên din jî navên xwe tomar kirine ji bo vegerin.

Ji bo vegerandina koçberan ji Belarusê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin û çend geştên asmanî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriyane Herêma Kurdistan.