Serok Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya li Qereçox û Sergeranê de peyamek belav kir

Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me li dijminan were hilanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, ji bo parastin û berevaniya li xak û welatê me, divê bêtir lêkolîn û hûrbîniyê li ser karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de bên kirin û pêwîst e rêkarên pêwîst jî werin girtin li hember her cure kêmxemiyekê.

Peyama Serok Barzanî:

Bi mixabinî ve şeve borî di encama êrîşa hovane ya teroristên DAIŞê de li navçeyan Sergeran û Qereçox de, hejmarek sivîl û Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên vê kiryara teroristî dikim û xwe bi hevxemê wan dizanim. Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê pak ê şehîdên me di bihuşta perîn de şad bike û sebir p aramiyê bide kesûkar û malbatên wan û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.

Sersaxiyê li wê şêrejina qehreman dikim ku sê kurên wê di encama êrîşa şeva borî ya teroristan de gihîştin karwana nemir û şehîdan û Xwedêyê mezin daxwazkar im sebir û aramiyê pê bexişe. Gotinên wê şêrejinê ji me hemûyan re çavkaniya wêrekî û pêdagirî û berdewamiya li ser rêbaza û dozên gelê me yên bilind in û ji dil û can spasiya wê dikim.

Ez weha jî radighînim, ji bo parastin û berevaniya li xak û welatê me, divê bêtir lêkolîn û hûrbîniyê li ser karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de bên kirin û pêwîst e rêkarên pêwîst jî werin girtin li hember her cure kêmxemiyekê. Divê di zûtirîn demê de tola xwîna şehîdên me ji dijmin bê hilanîn.

Bi hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên şerê li dijî DAIŞ'ê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.