Mesrûr Barzanî: DAIŞê bûye gefeke rasteqîne li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî

Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya çekdarên DAIŞ li Mexmûrê de peyamek belav kir û ragihand, teroristên DAIŞê bûne gefeke rasteqîne li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Pêwîst e zû hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de were xurtkirin û bihêzkirin û tedbîrên pêwîst bêne girtin, ji bo xwebirêxistinkirin û geşebûn terorîstên DAIŞ'ê û êrîşên wan ên hovane bi dawî bibin û jiyana Pêşmerge û niştecihên van deveran were parastin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi xemgîniyeke kûr şeva derbasbûyî di encama êrîşên terorîstên DAIŞ yên li ser gundê Xidir Cîce yê li çiyayê Qereçoxê de hejmareke welatî û Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn. Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbatên şehîdan dikin û hevxemê wan in. Xwedêyê mihrîban giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bi de malbat û kesûkarên wan. Hêviya başbûna zû jî ji birîndaran re dixwazin.

Teroristên DAIŞê bûne gefeke rasteqîne li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber wê pêwîst e zû hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de were xurtkirin û bihêzkirin û tedbîrên pêwîst bêne girtin, ji bo xwebirêxistinkirin û geşebûn terorîstên DAIŞ'ê û êrîşên wan ên hovane bi dawî bibin û jiyana Pêşmerge û niştecihên van deveran were parastin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din amadebûna xwe ji bo pêşxistina her hevkarî û hevahengiyekê ji bo rûbirûbûna teroristan û aramîbûna rewşa Îraqê bi giştî û ew navçeyên ku ketine ber êrîşa DAIŞê bi taybetî, dubare dike.