Mesrûr Barzanî: Selametî û parastina xak û netewa me li pêşiya her tiştî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hêzên Pêşmerge li sengerên Mexmûrê û diya şehîdên êrîşa şeva borî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hêzên Pêşmerge li sengerên Mexmûrê kir û bi fermandarên serbazî yên wê eniyê re civiya. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana diya şehîdên êrîşa şeva borî kir ya Serok Barzanî diya wan şehîdan bi “Şêrejin” bi nav kiribû.

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo sengerên hêzên Pêşmerge, piştî wê yekê te, şeva borî şekdarên DAIŞê êrîşî ser du gundên Mexmûrê kiribû û di encamê de 3 sivîl û 10 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Piştî serdana sengerên Pêşmerge û hevdîtina bi fermandeyên serbazî re, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji kanalên ragihandinê re axivî û got: "Ji bo parastina asayişa gel û welatê xwe çi pêwîst be em ê bikin û êdî em li benda tiştekî namînin"

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo sengerên Pêşmerge li Mexmûrê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Mixabin terorîstên DAIŞê di êrîşeke hovane de bo ser welatiyên medenî gelek welatiyên medenî şehîd kirin, piştî ku Pêşmerge alîkariya wan kir, hijmareke Pêşmerge veji aliyê DAIŞ hatin şehîdkirin û mixabin 13 welatiyên medenî û Pêşmerge şehîd bûn.

Ez serexweşîyên xwe pêşkêşî malbatên hemû şehîdan dikim û hêvîdar im ku Xweda sebirî bide malabên serbilind û şîfayê ji birîndaran re bişîne. Her wiha em destê wê diya ku ceger şewitî ya ku Serok Barzanî ew weke "şêrejin" pênase kir maç dikim, ew cihê şanaziya me hemûyan e û em xwe wek kurê wê dayikê dihesibînin û sersaxiyê li hemû dayik û kesûkarên şehîdan dikim.

Mixabin ev yek dê ne êrîşa yekem û dawî ya terorîstan be, lê hişyariya me dê bilind bimîne û Pêşmerge amade ye ku axa welat û miletê me biparêze.

Ew êrîş tê wê yekê nîşan dide ku valahiya di navbera hêzên asayişa Pêşmerge û artêşa Iraqê de bûye sedem ku terorîstên DAIŞê sûdê ji wê werbigire û ji wir ve jî êrîşî ser gund û sengerên Pêşmerge bikin.

Ez dûbare dikim ku divê hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşê de bê berdewamkirin û ji bo pêşî li van karesatan bê girtin divê pêngavên tijîkirina valatiyê bên bilezkirin.

Ez bawer im Pêşmerge li ser parastina Kurdistanê berdewam dibe û hêvîdar im hêzên Îraqî bi awayekî aktîvtir werin pêş û pêngavan bilez ji bo hemahengiyê bavêjin.

Mesrûr Barzanî serdana sengerên Pêşmerge dike

Mixabin me demek e daxwaz kiriye ku pêdawîstiyên Pêşmerge werin dabînkirin, lê hîn jî rê li ber biçekkirin û dabînkirina hevariyên wan tê girtin ku ji Pêşmerge re pêwîst in ji bo ku rûbirûyî terorîstên DAIŞê bibin.

Ez bang li Serokwezîrê Iraqê dikim ku ji bo parastina sînoran pêwîstiyên Pêşmergeyan peyda bike.

Em pêngavên xwe bileztir dikin û li benda ti tiştekî din namînin. Min Wezareta Pêşmerger raspardiye ji bo hemû pêwîstiyan ji Pêşmerge dabîn bike û wek hikûmet di xizmetê de ne û her çi pêwîst be ji bo parastona vê sînorê, em ê dabîn bikin.

terorîstan sûd ji valahiya ewlehiyê wergirtine û êrîşî Pêşmerge kirine. Em daxwaza hevkarîyeke xurttir di navbera Pêşmerge û hêzên federalî de dikin û em li benda tiştekî namînin, ew ê pêwîst be ji ax û gelê xwe biparêzin, em ê bikin.

Heta niha wek pêwîst ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê, pêngavên nehatine avêtin û em êdî li benda tiştekî din namînin, ji ber ku selametî û parastina xaka me û netewa me di pêşiya her tiştekî de ye.

Ev êrîş tekez dike ku DAIŞê li ser hemû welat, deverê metirsiyeke rasteqîne ye. Terorîstên DAIŞ'ê çalak in û dikarin êrîşî hêzên me bikin û zerarê bidin hêzên me, ji ber vê yekê hevkarî û hevahengiya hevpeymanên me girîng e û ez hêvî dikim ku ew ê gavên lezgîn bavêjin û bi me re hevkariyê bikin.”

Mesrûr Barzanî serdana sengerên Pêşmerge dike
Mesrûr Barzanî serdana sengerên Pêşmerge dike