Rêxistina Alîkariya Îslamî êrîşa teroristî ya şeva borî bi tundî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Alîkariya Îslamî bi tundî êrîşa terorîstî ya şeva borî ya DAIŞê şermezar dike ku di encamê de 13 Pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd bûn û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Rêxistina Alîkariya Îslamî sersaxî û hevxemîya xwe ji bo qurbaniyên êrîşê nîşan da û hêviya başbûna zû ji birîndaran xwast.
Daxuyaniyê amaje bi wê da, em li gel Îraqê li hember her cure êrîşên teroristî û tundûtûjîyê radiwestin.
Şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên sînorê qezaya Mexmûrê kirin û di encamê de 3 sivîl û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn